Hejmara kesên ku ji Lubnanê hatine Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû 7 hezar û 703 kes.
9 cenaze jî derbasî herêmê bûn.
Maseya krîzê li deriyên sînor ên Tebqa û Tahiye yê Minbicê pêşwazîkirina kesên ji Lubnanê têne herêmê didomîne.
Di çend rojên dawîn de 7 hezar û 703 sûrî di her du deriyên sînor re derbasî herêmê bûne.
Her wiha 9 cenazeyên welatiyên ji Reqa, Tebqa û Minbicê yên ku di êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de hatine kuştin, derbas bûn.
Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Lubnanê di 24’ê Îlonê de ji bo şopandina kar û barên penaberên ji herêmê yên ku dixwazin vegerin, komîteyek ava kir.
Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê 29’ê Îlonê ji bo pêşwazkirina kesên ji Lubnanê tên maseya krîzê ava kir.
Ji bo kesên ji derveyî herêmê jî navendên bicihkirinê veqetandin.
Maseya krîzê ji bo kesên ji Lubnanê tên, kampan ava dike û xizmetan pêşkêş dike.
Penaberên ku xizmên wan li herêmê nîn in, dê veguhêzin kampa Ednayê ya li Reqayê û kampên Erîşe û Roj ên li kantona Cizîrê.



