Li kantona Şehbayê ji bo oxirkirina cenazeyên 4 şehîdan merasîmeke girseyî hate li darxistin.
Beşdarên merasîmê diyarkrin ku ew ê têkoşîna şehîdan bidomînin û teqez wê herêmên dagirkirî rizgar bikin.
Li kantona Şehbayê oxirkirina cenazeyên 4 şehîdan hebûn.
Welatiyên Efrîn û Şehbayê cenazeyê şehîd Zelal Efrîn, Mezlûm Entab, Alaf Murad û Zindan Efrîn bi girseyî oxirkirin.
Endamên Tevgea Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê, şehîd Zelal, şehîd Mezlûm û şehîd Alaf Murad 9’ê Cotmehê di encama êrişa balefireke bê mirov ya dewleta Tirk de şehîd bûn.
Şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê, şehîd Zindan jî di Berxwdan Serdemê de, şehîd bûbû.
Girseya gel cenazeyên herçar şehîdan li nexweşxaneya şehîd Avrîn wergirtin û ber bi goristana şehîd Zozan Emenos ya navçeya Fafînê bi rê ket.
Şêniyên Şehebayê, koçberên Efrîn, endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdarî merasîmê bûn.
Di merasê de êrişên artêşa Tirk a dagirker hate şermezarkirin û ev tişt hate gotin:
“Êrişa li dijî rêveberên civaka sivîl sûcên li dijî mirovatiyê ye.
Lewma ev yek tekez dike ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze ewlehiya herêmê xira bike.
Emê jî li dijî vê hewildana dagirkeriyê heta dawiyê têbikoşin û wê têk bibin.”
Endamê Tevgera Civaka Demokaratîk TEV-DEM’ê Ferhan Kobanê jî diyarkir ku ew şopdarê rêka şehîdanin û got:
“Dewleta Tirk a dagirker bi hedefgirtina hevalên me yên şoreşger û fedekar tucarî vîna me naşkîne.
Ev hedefgirtinên qirêj israra me ya têkoşîn û berxwdanê zêde dike.
Ji ber vê yekê em soz didin şehîdan bexwdana wan dewam bikin.”
Piştî axaftina wesîqeyê şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.



