Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” sibe li Amedê wê mîtîngek were lidarxistin.
Ji gelek deverên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê welatî ji bo beşdarî mîtîngê bibin îro ketin li ser rê.
Gelê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji bo “Mitînga Azadiyê” ya wê sibê li Amedê bê lidarxistin amade ye.
Mîtîng di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” tê lidarxistin
Platforma Saziyên Demokratîk bi şîara “Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê em li Amedê kom pêşengtiya vê yekê dike.
Ji gelek deveran welatî ji bo beşdarî mitînga li amedê bibin ketin li ser rê
Ji gelek deveran welatî di danê sibê yê îro de ji bo beşdar bibin ketin li ser rê.
Li gelek navçeyên Stenbolê ji bo tev li mitînga “azadiyê” bibin li nokteyên wê otobus jê rabin li kom bûn
Polîsan hewl dan çûyîna welatiyan asteng bike
Lê belê polîsên faşîst ên Tirkbi hinceta “qedexekirina mitîngê” hewl dan çûyîna welatiyan asteng bike.
Ev hewldan li peşiya welatiyan nebû asteng.
Welatî bi diruşmeya “Her der Amed her der berxwedan” nerazîbûn nîşan dan û bi derfetên xwe bi rê ketin.
Astengkirina polîsan hat şermezarkirin: Ruh û dilê me bi amedê re ye
Li dijî astengiya polîsan li ber avahiyên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partî yên Navçeyan daxuyanî hatin dayîn
Hat diyar kirin ew qedexe û astengiyan qebûl nakin û hat gotin:
“Wê her kes ji bo aştiyê û azadiyê li Amedê be. Ruh û dilê me bi Amedê re ye.”



