Rêveberiya Geştûguzar a Helebceyê daxuyaniyek da û hejmara kesên ku serdana festîvalê kirine ragihand.
Diyar kir ku di nava sê rojên festîvalê de 300 hezar kesan serdan kirine.
Hejmara hatiye ragihandin hem kesên ji parêzgehê û hem jî kesên ji derveyî parêzgehê digire nava xwe.
Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku di festîvalê de bi bihayê 1 milyar û 435 milyon dînar kirîn-firotina berheman hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku hemû rêveberî û saziyên parêzgeha Helebçeyê ji bo serkeftina festîvalê kedeke mezin dane û di dema festîvalê de ti bûyereke nexweş rû nedaye.


