Li Îranê bi pileya 4,8 û li Meletiyê bi pileya 4,2 erdhej çêbûn.
Li gorî daneyên Navenda Sîsmolojiyê ya Neteweyî ya Îranê, di saet 05.16’an de bi pileya 4,8 erdhej çêbû.
Hat diyarkirin ku navenda wê navçeya Germser a girêdayî eyaleta Simnan e.
Hat ragihandin ku erdheja li paytext Tehranê jî hatî hîskirin, 11 kîlometre di kûrahiyê de çêbûye.
Li Meletiyê bi pileya 4,2 erd hejiya
Her wiha, li Kurdistanê li bajarê Meletiyê jî bi mezinahiya 4,2 pileyê erd hejiya.
Hat eşkerekirin ku erdhej di saet 01.58’an de çêbûye û navenda wê li navçeya Battalgazî ye.
Hat destnîşankirin ku erdhej di kûrahiya 10,52 kîlometreyê de qewimî ye.



