Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiya nobedê destpê kir.
Di çalakiya nobedê de wiha hat gotin: “Navnîşana çareseriyê diyar e. Aşîtî wê bi azadiya Birêz Abdullah Ocalan pêk were.”
Her wekî din bi pêşengiya DPB, DEM Partî û Tevgera Jinên Azad-TJA meşek hat lidarxistin.
Bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî êrîşên Tirkiye û çeteyên girêdayî wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li navçeya Mêrdînê Nisêbînê çalakiya nobedê didome.
Bi sedan kes li pêşiya Parka Aşîtiyê kom bûn û xwestin ber bi deriyê sînor yê Qamişloyê ve bimeşin.
Girse heta berê êvarê li ser Kolana Mêrdînê rawestiya.
Di encama hevdîtinan de destûra meşê hat dayîn û meş dest pê kir.
Gel ber bi avahiya navçeyê ya DEM Partiyê meşiya.
Di meşê de pankarta “Rojava hebûna me ye” hat vekirin.
“Em ê Rojavayê bi tenê nehêlin”
Parlamenterê DEM Partiyê Heval Bozdag anî ziman ku hêzên emperyalîst li pêşiya jiyana demokratîk û aştiyê yên gelê Sûriyê dibin asteng û got:
“Li Nisêbînê jî li Qamişlo jî Kurd dijîn û sînorek nikare wan ji hevdu qut bike.
Ev zilm wê heta hetayê berdewam nake, dawiya dawî dê gel, demokrasî, wekhevî û azadî bi ser bikeve.”



