Şandeyeke Yekitiya Ewropayê ji bo hevdîtina bi nûnerên hikumeta demkî ya Sûriyê re îro diçe Şamê.
Nûnera Bilind a Polîtîkayên Pêwendiyên Derve û Ewlekariyê ya Yekitiya Ewropayê (YE) Kaya Kallas anî ziman ku dê îro şandeyeke dîplomatîk bişînin Şamê.
Kaya Kallas di civîna çapemeniyê ya wezîrên karên derve ya YE’yê ya li Brukselê de got ku Nûnerê Yekitiya Ewropayê ji bo Sûriyeyê dê serdana Şamê bike û bi rêveberiya nû ya welêt re biaxive.”
Kaya Kallas anî ziman ku endamên YE’yê dê di civîna wezîrên karên derve de çawaniya dan û standina bi rêveberiya Sûriyeyê re nîqaş bikin.
Kaya Kallas der barê derxistina “Heyet Tehrîr El-Şam” ji lîsteya terorê ya YE’yê de jî anî ziman ku kiryarên “rêveberên Sûriyeyê” tên şopandin û piştre dê YE gavên pêşîn nîqaş bike.



