Hêzên Îsraîlê bi rengekî bejahî ketin sînorê Derayê
Li gor agahiyan, hêzên Israîlê ketin gundê Meiriyê.
Her wiha xwestin têkevin gundê El-Abidîn ê beramberî wê, lê xelkê gund nehiştin.
Ev derbasbûna Israîlê hevdemî teqandina zeviyekî mayînan li parêzgeha Qunyeterayê pêk tê.
Di 24’ê dawî de Îsraîlê 18 caran êrişî Sûriyê kiriye
Çavdêriya Sûriyê da zanîn ku di nava 24’ê seatên dawî balafirên Îsrîalê 18 caran êrişî Sûriyê kirine.
Navendên pargala parastina esmanî, depoyên moşekan û cihên leşkerî yên li Laziqiyê û Tertûrsê hatin bombebaran kirin.
Bi vê êrişê, êrişên Îsraîlê li dijî cihên leşkerî ji 8’ê mehê ve gihaştin 473 êriş.



