Çavkaniyekê ji Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê ji me re ragihand ku hewldanên “Agirbesta li Minbicê bi ser neketin”.
Heman çavkaniyê eşkere kir ku hemû idiayên derbarê lihevhatina QSD’ê û komên çete de ne rast in.
Çavkaniya ji QSD’ê piştrast kir ku ew hevdîtinên derheqê aribesta li Minbicê ji ber şertên dagirkeriya Tirkiyê negihaştin serî.
Her wekî da zanîn ku di vê navberê de, tu lihevkirin di navbera QSD’ê û komên çete de pêk nehatiye.
Her wiha eşkere kir ku vê gavê dewleta Tirk a dagirker çeteyên xwe kom dike û çavê wê lê ye êrişî Kobanê û Eyn Îsayê bike.



