Jinên li bajarê Dirbêsiyê li ser banga seferberiya giştî, bi daxuyaniyekê beşdariya xwe ji serferberiyê re ragihandin û piştgiriya xwe ji QSD’ê re nîşan dan.
Daxuyanî bi beşdariya tevger û rêxistinên jinan yên bajarê Dirbêsiyê hate lidarxistin.
Beşdarên jin diyarkirin ku ew li ser axa xwe ne û ji bo parastina destkeftiyên ew têkoşîna xwe bidomînin.
Lewma li her gund, bajarok û navçeyê, wan xwe li gorî şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin kirine.
Jinan ji bo pêkanîn, mafên rewa yên demokrasî û azadî ev bang kirin:
” Bila her kes û di serî de jin û ciwan li dora QSD’ê kom bibe û li Rêveberiya Xweseriya Demokratîk xwedî derkeve”



