Êrişên dewleta tirk a dagirker ên li dijî herêmê rojane bûye.
Dagirkeriya Tirkiyê doh careke din gundewarê Eyn Îsa û navçeya Silûkê topbaran kir.
Doh şev arteşa tirk a dagirker û çeteyên wê gundê El Mexlet ê dikeve rojhilatê bajarê Ên Îsa bi obîsan topbaran kirin
Heman wextê çeteyên dewleta tirk a dagirker gundê Tirwaziyê û gundê El Umeyir ê dikeve başurê navçeya Silukê jî bi dijwarî topbaran kir.
Hêzên Meclisa Leşekrî ya Reqayê jî bersiv da êrişan.
Topbaran heta derengiya şevê berdewam kir.



