Êrişên DAIŞˋê li dijî rêbendên kontrolê zêde bûne.
Şaneyên çeteyên DAIŞˋê li Dêrazorê êrişî rêbendeke kontrolê yê Asayîşê kir.
Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da û tê de hat gotin şaneyên çeteyên DAIŞˋê êrişî rêbendeke wan a li gundewarê Dêrazorê kir û got:
“çeteyan 23’ê kanûnê li gundewarê Dêrazorê êrişî rêbenedeke kontrolê û nuqteyeke li ser çem kir.
Çeteyan li motorsiklêtan siwar bûbûn û bi çekên klaşînkov êriş pêk anîn.
Di encamê de di navbera hêzên me û çeteyan de pevçûn derket, çet bê ku bighîjin armanca xwe paşve reviyan”
Her wiha Asayîşê di dewama daxuyaniyê de ragihand ku 24’ê Mehê jî çeteyan erebeya beşa Têkoşîna Dijî Narkotîkê hedef girt.
Di encamê de 2 endamên wan birîndar bûn.
Asayîşê di dawiya daxuyaniya xw de destnîşankir ku wê li hember van gefan, parastina ewlehî û îstîqrara herêmê bikin û bang li welatiyan kir ku hevkar bin û têkildarî her tevgereke gumanbar asayîşê agahdar bikin.



