Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê tevahî êrişên çeteyan ên bejahî û hewayî yên li dijî gundewarê başûrê rojhilatê Minbicê têk birin, di encamê de 14 çete hatin kuştin.
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyand ku hêzên wê yên Meclisa Leşkerî ya Minbicê êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên bi piştgiriya bejahî û hewayî ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve li başûrê rojhilatê bajarê Minbicê, her wiha li gundewarê bakurê Bendava Tişrînê têk birin.
Navendê diyar kir ku di encama pevçûnên vê sibehê li derdora bajarê Ebû Qelqel ê başûrê Minbicê û gundewarê bakurê Bendava Tişrînê rû dane de, 14 çeteyên dagirkeriyê hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.
Her wiha 2 panzêr û 2 erebeyên doçka li ser û 2 motorsiklêtên çeteyan hatin rûxandin.
Navendê eşkera kir ku tevahî êriş hatin têkbirin û dê dîmenên rûxandina alavên dijmin di demeke pêş de biweşînin.



