Thursday 2026/06/11
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

YPJ: Bi rihê berxwedana Kobanê dê serkeftin mîsoger be

January 25, 2025
in JIN
A A
YPJ ji bo Şêxmeqsûd peyamên sersaxiyê dan
Share on FacebookShare on Twitter

Fermandariya Giştî a YPJ’ê ya daxuayniyek da û diyar kir “Bi wesîleya salvegera azadiya Kobanê, di şexsê şehîd Arîn, Rêvan, Viyan, Medya û Zehra de hemû şehîdên di vê berxwedanê de canê xwe feda kir û berxwedana gelê xwe û şoreşgerên azadîxwaz, dubare bi bîr tînin û silav dikin.”

Fermandariya Giştî a Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li ser malpera xwe daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyeê de wiha tê gotin:

“Têkoşîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî tarîtiya serdemê baweriya gelan ji nû ve zindî kir.

Kobanê bi berxwedana xwe ya dîrokî bû qiblegeha mirovahiya azadîxwaz.

Heqîqeta ku li Kobanê hate jiyîn rastiya gelê şerker û xwedî rûmet bû. Pergala modernîteya kapîtalîst di bin navê DAIŞ’ê de bi her cûre hovîtiya xwe êrişî civakê kir.

DAIŞ berhema hêzên kapîtalîst e, weke tarîtî û berbartiya serdemê bi ser gelan ve bû karesateke mezin. Tu hêzê jî nekarî li hemberî vê tarîtîyê bibe parêzvanên ronahiyê.

Lê gelê me û şervanên azadiyê bi qehremanî li dijî çeteyên DAIŞ sekinîn û ew têk birin.

Di sala 2014’an de DAIŞ’ê bi rênîşandana hêzên derve, bi taybet jî alîkariya yekser ya dewleta dagirker ya Tirkiyê, berê xwe da Kobanê û hovîtiya ku di ti serdeman de neqewimiye, pêk anî.

DAIŞ di herêmên me de êş û trajediyên ku tucar nayên ji bîr kirin, hişt û gelê me rastî qirkirinê hate hiştin.

Ya ku li hemberî DAIŞ’ê bi serket jî îradeya gelê me, îradeya jinên azadîxwaz bû.

Di Kobanê de şervanên dilwêrek şer kirin, bê ku pişta xwe bidin tu hêzeke derve.

Şervanên vî gelî bi baweriyeke mezin bi derfetên kêm, hemû hebûna xwe danîn holê û wisa parastina gelê xwe kirin.

Elbet cîhanê jî ev rastiya gelê me û şervanên wê dîtin, ji bo wê jî li derdora berxwedana Kobanê kom bûn.

Bexwedaniya Kobanê rûhê yekîtiya gelan ava kir û hemû dilên ku ji bo azadiyê lê didin ji bo parastina rûmetê li hemberî tarîtiyê şer kirin.

Me wek şoreşgerên jin ku bi navê YPJ’ê xwe bi rêxistin kir û her ku diçe hêza me mezintir dibe, li hemberî DAIŞ’ê têkoşîneke bêeman meşand.

Di her kolaneke Kobanê de me destanên efsanewî nivîsand.

Her ku DAIŞ’ê êriş kir, rastê berxwedêrên leheng yên jin hat.

Di Kobanê de pêşengtiya jinan mêzekirina cîhanê ya ji bo jinan jî da guhertin. Hemû jiberkirinên heyî serûbin kir.

Sekna jinên leheng û fedayî yên weke Rêvan Rojava, Arîn Mîrkan, Zehra Penaber û Viyan Peymanan bû mînaka wêrekiya jinên ku ji bo azadiyê têdikoşîn û pîvanên azadîxwaziya jinan zelal kirin.

Îro jî şervanên YPJ bi heman rûhê berxwedana Kobanê li eniyên Bendava Tişrînê û Pira Qereqozê li hemberî heman fereseta tarî şer dikin û nahêlin yek bihûsteke axa welat were dagirkirin.

Berxwedana gelê me û yekîneyên parastinê çandeke mayînde ya ku di serkeftinê de bi îdea û biryardar e, afirand.

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li kêleka şervanên xwe ji bo parastina destkeftiyên xwe heta dawiyê bi israr e.

Îro rastiya li bendava Tişrînê jî tê dîtin, cardin berdêl çi dibe bila bibe israra gelan ya di azadiyê de datîne holê.

Şoreşa jinê bi beşdariya hemû netewên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re paradîgmeya Netewa Demokratik, ekolojik û azadîxwaziya jinê gihand heqîqeteke jêneveger.

Em wek Yekîneyên Parastina Jin careke din diyar dikin ku em di azadî û demokrasiyê de bi israr in.

Rûhê berxwedana Kobanê rastiya me û gelê me ye.

Em ê li hemberî her cûrê êrişên dagrikeriyê bi serkeftina berxwedana Kobanê bersiv bidin. Bi wesîleya salvegera azadiya Kobanê, di şexsê şehîd Arîn, Rêvan, Viyan, Medya û Zehra de hemû şehîdên di vê berxwedanê de canê xwe feda kirin û berxwedana gelê xwe û şoreşgerên azadîxwaz dubare bi bîr tînin û silav dikin.

Em şopdarê şehîdên xwe ne. Em ê ji bo mîsogerkirina azadiyê heta hênaseya xwe ya dawî tê bikoşin.”

Previous Post

Jin çawaniya mîsogerkirina mafên xwe de nîqaş dikin

Next Post

QSDˈê nasnameyên 4 pakrewanan eşkere kirin

Weşana girêdayî

YJK-S : Em tevli çalakiyê greva jinan bibin û piştgirî bidin YPJ
JIN

YJK-S : Em tevli çalakiyê greva jinan bibin û piştgirî bidin YPJ

Li dijî kuştina jinan li Dêrsimê çalakî hat lidarxistin
JIN

Li dijî kuştina jinan li Dêrsimê çalakî hat lidarxistin

Dîcle Ayşegul: Ji ber kujer nayên ceza kirin bûyerên kuştinê zêde dibin
JIN

Dîcle Ayşegul: Ji ber kujer nayên ceza kirin bûyerên kuştinê zêde dibin

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye