QSDˈê nasnameyên 4 şervanên di berxwedana Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê de şehîd bûne, aşkera kirin û diyar kir “Sonda me tolhildana xwîna pak a şehîdan e.”
Fermandariya Giştî ya QSDˈê bi daxuyaniyekê ragihand ku 4 şervanên wê li Pira Qereqozaqê û Bendava Tişrînê di berxwedana li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûne.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Şervanên me li hemberî êrişên dijwar û barber ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane sekin û berxwedaniyeke bedew nîşan didin. Şervanên me tevahî êrişên dijmin têk dibin û derbên giran li wan didin. Êdî navên hêzên me ji hêzên dagirker û çeteyên wê bûye jêdera tirsê; gelek ji wan ji tirsan re ji qadên şer direvin û naxwazin şer berdewam bikin.
Di wan cengên lehengiyê de, şervanên me Azad Dêrazor (Tariq El Hesen), Şoreş Efrîn (Şêro Welîd Nûman), Arif Ehmed Şêx Ham (Arif), Fewazî Mihemed Elî (Dilgeş Cûdî) piştî ku berxwendaneke mezin li hember keriyên tirkên dagirker û çeteyên wê raber kirin gihiştin asta şehadetê.
Di serî de em sersaxiyê ji xwe, ji malbatên her çar şehîdan û tevahî malbatên şehîdên me re dixwazin. Sonda me tolhildana xwîna pak a şehîdan e. Em bi şev û bi roj têkoşîna azadî û rûmeta gelê xwe bidomînin û em ê di vî şer de serkeftinê mîsoger bikin.”
Nasnameyên Şehîdan

Nasnav: Azad Dêra Zor
Nav û paşnav: Tariq El Hesen
Navê dayikê: Reşa
Navê bav: Ziyad
Cihê jidayikbûnê: Dêra Zor
Cih û dîroka şehadetê: Pira Qereqozaqê, 22 Çile 2025

Nasnav: Şoreş Efrîn
Nav û paşnav: Şêro Nûman
Navê dayikê: Asya
Navê bav: Welîd
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Cih û dîroka şehadetê: Bendava Tişrînê, 17 Çile 2025

Nasnav: Arif
Nav û paşnav: Arif Şêx Ham
Navê dayikê: Heyat
Bavê bav: Ehmed
Cihê jidayikbûnê: Efrîn-Cindirês
Cih û dîroka şehadetê: Cirniye, gundê Huriye, 3 Çile 2025

Nasnav: Dilgeş Cûdî
Nav û paşnav: Fewazî Elî
Navê dayikê: Selwa
Navê bav: Mihemed
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Cih û dîroka şehadetê: Bendava Tişrînê, 17 Çile 2025



