KCDK-Ewropa û TJK-Ewropayê bi nêzîkbûna 15’ê Sibatê roja Komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo bi daxuyaniyek hevbeş banga beşdariya çalakiya ku li Strasbourgê bê lidarxistin kirin.
Berdevka TJK-E’yê Ayten Kaplan, Hevserokên KCDK-E’ê Engîn Sever û Zubeyde Zumrut beşdarî daxuyaniya civîna çapemeniyê bûn.
Beşdaran 26 sal piştî derbasbûna komloyê û têkoşîn û pêngavên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo nirxandin û gotin:
“15’ê Sibata vê salê xwedî girîngiyekî dîrokî ye.
Divê hemû gelê me ji 7 heta 70’ê salî biherikin Strasbourgê.”
Beşdaran destnîşankirin ku dewleta Tirk bi piştgiriya hêzên komploger dixwaze vê komployê di pêvajoya pêş de jî paşguh bikin.
Beşdaran bang li jin, ciwan, Kurdistanî û dostên wan kirin û gotin:
“Em ê li wir bên gel hev û bibêjin ku vîna me Rêber Apo ye.”



