Meşa Dirêj kete roja 11’an: Pergala tecrîda Îmraliyê hate teşhîrkirin

Çalakvanên Meşa Dirêj li Qada Bastille ya Parîsê bi 26 hucreyên sembolîk pergala tecrîd, êşkence û qirkirinê ya 26 salan a Îmraliyê teşhîr kirin û peyama ‘’Werin em bi hev re dîwarên Îmraliyê hilweşînin û Rêber Apo azad bikin’’ dan.

Çalakî li Qada Bastilleyê hate lidarxistin ku vê qadê şahidiya gelek bêhiqûqî, êşkence û qirkirinan kiriye û li heman qadê zindana Bastilleyê hatiye xirabkirin û a niha jî weke Qada Azadiyê ya Bastilleyê tê pênasekirin. Çalakvanan bi hucreyên yekkesî şert û mercên rehîngirtina Rêber Apo ya 26 salan nîşan da.

Gelek jin, ciwan, parêzer, siyasetmedar û karkerên înşeatê beşdarî çalakiyê bûn.

Her wiha nivîsên bi Fransî yên têkildarî pergala tecrîd, êşkence û qirkirinê û bêhiqûqiyên li Îmraliyê bi hucreyên sembolîk ve hatin daliqandin.

Çalakvanan di nava hucreyên sembolîk de gotin ku ‘’Heya Rêber Apo azad nebe, em jî azad nabin’’ û bang li gel kir ku tevlî têkoşînê bibin û peyama ‘’Werin em bi hev re dîwarên Îmraliyê hilweşînin û Rêber Apo azad bikin’’ dan.
Çalakvanan piştre bi berzkirina dirûşmeya ‘’Bijî Serok Apo’’ hucreyên sembolîk hilweşandin û qala giringiya azadiya Rêber Apo kirin.

Meşvanên Meşa Dirêj bang li her kesî ku xwedî li pêngava “Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” derkevin û ji bo tevlîbûna çalakî û meşa mezin a ku dê di 15’ê Sibatê de li Strasbourgê were lidarxistin, bang kirin.

Meşa Dirêj, wê heya 15’ê Sibatê li bajarên cuda bi çalakiyên cuda berdewam bike.

Weşana girêdayî

Welcome Back!

Login to your account below

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist