Zextên li ser çapemeniya azad li Tirkiyê raneweste..Herî dawî jî 3 rojnmevan hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê.
Koordînatorê Weşanê yê Rojnameya Bîrgunê Îbrahîm Varli, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal daxuyaniyek da û got:
Koordînatorên Weşanê yên Rojnamevanan Bîrgunê Ugur Koç û Berkant Gultekîn û Midûrê Berpirsyar ê birgun.net’ê Yaşar Gokdemîr hatin binçavkirin.
Hat zanîn ku bi hinceta nûçeya têkildarî serdana nûçegihanê Rojnameya Sabahê ya Serdozgerê Komarê yê Stenbolê Akin Gurlek hatiye nîşandan.
Her wiha hat destnîşankirin ku rojnameger birine Midûriyeta Emniyetê ya Vatanê ya Stenbolê.
DÎSK BASIN-ÎŞ’ê jî bi daxuyaniyeke bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran da û xwest ku rojnameger tavilê bên berdan.
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel jî bertek nîşanî binçavkirinan da, weke “reziltî” pênase kir û banga berdana rojnamegeran kir.



