YJA Starê di daxuayniyê de ragihand ku ji bo pêkanîna projeya Rêber Apo ya ji bo azadiya jinan û avakirina civaka demokratîk wê bi erk û berpirsyariyên xwe rabin.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê peyamek nîvîskî weşand.
Fermandariyê di serî de 8’ê Adarê li tevahiya jinên têkoşer û azadiyê bilind dikin pîroz kir û got:
YJA Star: Rêber Apo di vê rêya pîroz de her dem ji me re bû ronahî û hêza têkoşînê
“Têkoşîna Jina Kurd ji bo serxistina Paradîgmaya Jiyana Azad, ji şoreşgera mezin Sarayan (Sakîne Cansiz) heta fedaiyên serdemê Asyayan û fermandarên wêrek Axîn û Nesrînan her ku çû mezintir bû û heta serketinê jî bi israr ewê bidome.
Rêber Apo di vê rêya pîroz de her dem ji me re bû ronahî û hêza têkoşînê. ”
YJA Starê da zanîn ku Rêber Apo di pêvajoya şerê cîhanê yê sêyemîn de bi pêngavekî dîrokî ji bo gelan bi taybetî jî ji bo jinan rêya çareseriyeke bi rûmet û azad wek ronahiya rojê nîşan da.
YJA Star: Rêber Apo rêya çareseriyeke bi rûmet û azad ji bo jinan û gelan nîşan da
“Lewma em wek Tevgera Azadiya Jin û gerîlayên YJA-Starê bi hêza ku ji ronahiya Rêber Apo digrin vê 8’ê Adara îsal li serê çiyayên xwe yên bilind pêşwazî dikin û kelecana silav girtina ji Rêber Apo dijîn.”
Her wiha YJA Starê diyar kir ku ew wek gerîlayên jin hebûna xwe, hêza xwe û serketina têkoşîna xwe di Rêber Apo de dibînin.
YJA Star: Em hêza xwe û serkeftina xwe di rêber apo de dibînin
“Ne tenê em, herkesî ku serî de li Kurdistanê û hemû cihanê dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bilind dikin hêviyên azadiyê di paradîgmaya Rêber Apo ya ku di bingeha azadiya jin de Civaka Demokratîk dike armanc de dibînin.”
YJA Starê da zanîn ku ew heta dawî di serkeftina jiyana azad de bi israr bin û heta ku bi Rêber Apo re hevdîtinên azad pêk bînin bi biryardariyekî mezin têkoşîna xwe bilind bikin.
YJA Star: Em ê bi fermanên Rêber Rpo jiyana azad ava bikin
“Em ê bi fermanên Rêber Apo re jiyana azad ava bikin, di serdemekî nû ya têkoşînê de wek Sarayan, Delalan, Leylayan
pêşengtiyê bikin. ”
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê herî dawî got:
“Em carekî din roja Jinên Kedkar ya Cîhanê li hemû hevrêyên xwe yên jin û tevahiya jinan pîroz dikin.”



