Li Parlemetoya Ewropayê 19. Konferansa Kurd a Navnetewî hat lidarxistin.
Di biryara dawî ya Konferansa Kurd a 19’emîn de bang li saziyên têkildar hate kirin ,
Ji bo ku di çareseriya pirsgirêkê de rola xwe bilîze divê Rêber Apo serbest were berdan.
Divê Bakur û Rojhilatê Sûriye were naskirin û PKK ji lîsteya terorê were derxistin.
Li Parlemetoya Ewropayê 19. Konferansa Kurd a Navnetewî hat lidarxistin.
Konferans bi navê ‘Yekîtiya Ewropa, Tirkiyê, Rojhilata Navîn û Kurd’ li paytexta Belçîka Brukselê pêk hat.
Ji çar parçeyên Kurdistanê, ji Parlamentoya Ewropayê nûnerên sazî û rêxistinên cuda, akademîsyen beşdarî konferansê bûn.
Di roja 2’emîn de duh Konferans bi dawî bû.
Duh Panela pêncemîn û ya dawî ya konferansê bi sernavê “Teşwîqkirina demokrasiyê û avakirina pêşerojê” bûn
Şîlan Fuad Hisên: Têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd karekterekî gerdûnî qezenc kir
Ewilî ji Enstituya Tundiya Malbatî, Ol û Koçberan Şîlan Fuad Hisên mafê axaftinê girt û got:
Jin dixwazin pêşeroja xwe bi xwe tayîn bikin.
Şîlan Fuad Hisên diyar kir ku Têkoşîna Azadiyê ya Jinên Kurd bi têkoşîna femînîzmê re bûye yek û karekterekî gerdûnî qezenc kiriye .
Her wekî da zanîn ku bi saya tevgera jinan çav û guhê hemû cîhanê li Rojava ye.
Nilufer Koç: Divê em bibin aktorên guhertinê
Ji Komîteya Têkîliyên Derve ya Kongeraya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Nîlufer Koç jî axivî
Nîlufer Koç da zanîn ku divê em li dijî şer û rejîmên otorîter demokrasiyê teşwîq bikin.
Dem hatiye ku gelê Kurd çarenûsa xwe bi xwe diyar bike. Em divê bibin aktorên vê guhertinê.
Konferans herî dawî ji bo parvekirina encama dawî kom bû. Encama dawî ji aliyê Dersim Dagdeviren ve hate parvekirin.
Di biryarê de ev daxwaz cih girtin:
Rawestandina êrîşên Tirkiyeyê yên li Bakurê Sûriye û Herêma Kurdistanê ya Iraqê ku tê wateya binpêkirina hiqûqa navneteweyî.
Bidawîkirina pêkanînên qeyûm.
Ji bo pêşvebirina pêvajoya hatî destpêkirin, demildest girtina tedbîrên siyasî û hiqûqî.
Pêkanîna azadiya Abdullah Ocalan ku ji bo ku rola xwe bi awayekî guncaw bi cih bîne mecbûrî ye.
Di biryarê de ev bang li Yekîtiya Ewropayê û saziyên wî û bi taybet Konseya Ewropayê hate kirin.
Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî unsûrê demokratîk a jêneger a Sûriyeya yekbûyî û piralî were naskirin û xurtkirin.
Demildest pêkanîna biryarên ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di doza Abdullah Ocalan de girtiye.
Bikaranîna hemû mekanîzmayan ji bo xurtkirina pêvajoya çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd û demokratîkirina Tirkiye û Rojhilata Navîn.
Ji bo ji pêvajoya berdewam a aşitiyê re peyamekî erênî were dayîn, derxistina Partiya Karkerên Kurdistanê ji lîsteya terorê.



