Şandeya Desteya Perwerde û Fêrkirinê a Rêveberiya Xweser civînên xwe bi Şamê re bidawî kirin.
Şandeyê diyar kir ku di demên bê de, wê derbarê hin dosyayan de çendên din werin li dar xistin.
Di çarçoveya pêkanîna bendên lihevkirina dinavbera Fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî û Serokê Desthialta Ehmed El-Şeri de, şandeyek ji Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser li Şamê bi wezareta Perwerdeyê re çend civîn pêk anîn.
Aliyan dosyayên perwerdeyê yên hevbeş wek yekkirina minhacên xwendinê, mekanîzmayên cîbicîkirina bendên perwerdehiyê yên lihevkirinê, û pejirandina nasnameyên xwendinê gotûbêj kirin.
Piştî vê, Şandeya Rêveberiya Xweser vegeriya herêmê û heta niha her du aliyan der barê civînan de tu helwesteke fermî nedane.
Li gorî çavdêran tê pêşbînîkirin ku di demên pêş de wê her du alî dîsa bicivin.



