Amerîkayê dîsa ji esîman ve êrişî Yemenê kir.
Hat ragihandin di bombebarana li dijî bendergeheke petrolê ya li qeraxê Behra Sor de 74 kes mirin.
Têkildarî mijarê Wezareta Tenduristiyê ya girêdayî Husiyan daxuyanî da û eşkere kir ku di êrişê de 171 kes jî birîndar bûne.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di meha Adarê de ragihandibû ku li dijî Husiyên Yemenê wan operasyoneke nû daye destpêkirin.
Piştî wê 15’ê Adarê êrişan dest pê kir û gelek caran êrişên hewayî hatin kirin.
Wezareta Tenduristiyê ya Husiyan ragihandibû ku di êrişa hewayî a destpêkê de zêdeyî 50 kes mirin û zêdeyî 100 jî birîndar bûne.
Rêveberiya Amerîkayê dibêje ji ber êrişên Husiyan ên li dijî keştiyên bazirganiyê ên li ser Behra Sor ew van êrişan pêk tînin.



