Li gundewarê rojava yê kantona Dêrazorê 2 erebe di nav çem de noq bûn.
Di enzamê de ciwanek xeniqî û zirarên madî çê bûn.
Li deriyê El Cenîne yê rojavayê Dêrazorê, erebeyeke ku çemento bar kiribû noq bû.
Di encamê de ciwanê bi navê Dawûd Ednan El Dawûd yê ku ji xelkê bajarokê El Cîe yê gundewarê rojavayê Dêrazorê ye, xeniqî.
Li deriyê Hetle, li nêzî pira Herbî jî erebeyeke sebze bar kiribû noq bû.
Li Dêrazorê 5 pirên sereke hebûn, lê tevahî rastî wêraniyê hatin, ew jî ev in:
Pira Mueleq, pira di navbera Meyadîn û Zîban de, pira di navbera Eşara û Dernec de, pira di navbera Beqhan û Seyal de û pira di Bokemal û Baxoz de.
Ji bo çûnhatina aliyê din ê çemê Firatê, tevî xeteriyên mezin jî, şênî neçar dibin ferîbotan bi kar bînin.
Girêdayî wê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonê di meha borî de tamîrkirina pira Herbî kir, da ku barê şêniyan sivik bibe.



