Destya Enerjiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ava gola Bendava Firatê daket nêzî 6 metreyan û hişyarî da ku kêşeya ava çemê Firatê girantir dibe.
Di daxunaiyê de hate gotin “Kêmbûna ava ku ji aliyê Tirkiyê ve tê ku niha bi qasî 250 metrekup tê texmînkirin, her wha ziyanên ku li bendava Tişrînê bûn di encama kiryarên dijminane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de, her wiha ji ber ku bendav bi tora giştî ya elektrîkê ve nehate girêdan, bûn sedem ku rewşa avê û elektrîkê li herêmê aloz bibe. “
Her wiha hate gotin, “Asta avê li Gola Firatê îro gihîştiye 298,32 metreyan, lê de divê 304 metre be. Ev daketineke mezin e ku zêdetirî 5,5 metreyan ji asta asayî kêmtir e, ev jî nîşan dide ku av bi qasî 4 milyar metrekup kêm e. “
Desteyê di daxuyaniya xwe de hişyarî da û wiha got: “Eger asta avê û hilberîna elektrîkê bi heman lezê kêm bibe, dê bendava Firatê di demeke nêzîk de ji xizmetê derkeve, belkî ji mehekê zêdetir nebe. “
Daxuyaniyê destnîşan kir ku “deste neçar ma ku tedbîrên tund bigire ji bo kontrolkirina rêjeya ava ku di Bendava Firatê re diherike, ji bo parastina ava golê, avdana çandiniyê yên zivistan û havînê, û peydakirina ava vexwarinê ji bo zêdetirî 6 milyon welatiyên ku li her du qiraxên çem dijîn, da ku kareseteke mirovî ya xwarin û vexwarinê çênebe. “
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, “Di qonaxa yekemîn de li hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê elektrîk hate kêmkirin. Eger şert û mercên niha yên dewam bikin, dibe ku qonaxa duyemîn a kêmkirinê bê destpêkirin û elektrîk tenê ji bo ava vexwarinê û avdanê bê dayin. “
Di dawiya daxuyaniyê de, desteyê hinek pêşniyarên çareseriyê pêşkêş kir:
Divê hikûmeta Şamê bi lez û erênî destwerdanê bike, bi rêyên fermî fişarê li Tirkiyê bike ji bo rawestandina êrişên xwe û li gorî protokolên berê yên di navbera Sûriyeyê, Tirkiye û Iraqê de bihêle 500 metre sêca av di saniyekê de derbas bibe.
Peydakirina çavkaniyên enerjiyê yên alternatîf ji bo rakirina fişaran li ser bendavan, û elektrîkê ji santralên termîk ên hundirê Sûriyeyê bidin.
Kêmkirina rêjeya ava ku derbas dibe ji bo parastina golên bendavê ji bo karanînên bingehîn ên wekî vexwarin û avdaniyê.
Ji nû ve girêdana bendava Tişrînê bi tora elektrîkê ya giştî ve, bi taybetî bi bendava Firatê ve.



