KJK’ê û HBDH’ê bi peyamên cuda 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran pîroz kir
Koordînasyona KJK’ê bi wesîleya 1’ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanê daxuyaniyek weşand.
KJK’ê diyar kir ku ji bo xatirê ked û kedkaran divê sîstema bi serweriya mêr bê hilweşandin û got:
“Heta ku jin azad nebe jiyan, heta ku jiyan azad nebe ked azad nabe.”
Li ser vê bingehê, em bang li jin û ciwanan, dayikan, gundiyan, karkeran, kedkaran dikin ku xwedî li vê bangê derkevin û li ser vê bingehê têbikoşin.”
Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) ji bo Cejna Karkeran 1’ê Gulanê daxuyanî da.
HBDH’ê got ku Divê ev roj 1’ê Gulanê bibe rojeke têkoşînê li dijî mêtingeriya kapîtalîst, zext, şovenîzm, faşîzm û serdestiya mêr berxwedanê bilind bikin.
Divê bibe platformek ji bo veguherandina hêrsê li dijî karkeriya zarokan û mirina zarokan.



