Yek ji girîngtirîn fîlozofan, Fîlozof Alaîn Badiou di 15’ê Gulana 2025’an de ji Rêber Apo re nameyek şand.
Alaîn Badiou, di nameya xwe de ji Rêber Apo re wiha dibêje:
“Di nava van şert û mercan de daxwaza me ya herî sereke ew e ku kanalên te yên ragihandinê bên vekirin.
Em heta dawiyê li cem te ne.
Alaîn Badiou yek ji girîngtirîn fîlozofan e û bi helwesta xwe ya li dijî şer tê naskirin,
Alaîn Badiou di 15’ê Gulana 2025’an de ji Rêber Apo re nameyek şand.
Badiou di nameyê de ku wî û Isabelle Vodoz bi hev re nivîsandine balê dikişînin ser dilsoziya bêdudilî ya Rêber Apo ya ji bo lêgerîna heq, azadî û heqîqetê.
F. Alaîn Badiou: Felsefeya Ocalan fikirîna mirov bi hêz dike
Alaîn Badiou di nameya xwe de ji Rêber Apo re wiha dibêje:
“Rêhevalê hêja Abdullah Ocalan,
Ez û Isabelle Vodoz ji bo nameya te şandiye em spas dikin.
Mixabin ev belgeya kurt a ku di nav şert û mercên zehmet ên îroyîn de hatiye nivîsandin, têkildarî raman û çalakiyên te fikrek pir xurt dide mirov.
Di nameyê de tiştekî ku di cîhana îro de kêm e û di formûla te de balê dikişîne heye:
‘Min ti carî dest ji lêgerîna edalet, azadî û heqîqetê berneda û ez ê dest jê bernedim’.
Lê gelek caran em rastî mînakên ‘edaletê’ yên bê heqîqet an jî ‘heqîqet’ ên bêyî azadiyê tên, ku daxwaza girêdana aktîf a navbera edalet, heqîqet û azadiyê pêşwazî nakin.”
Alain Baiou ji bo Rêber Apo: Em heta dawiyê li cem te ne
Badiou di nameya xwe de destnîşan kir ku daxwaza wî ya herî sereke ew e ku ji bo Rêber Apo kanalên ragihandinê werin vekirin û domand:
“Em bi giringiya ku hûn li ser rewşa xirab ya jinan a li gelek welatan û li şûna mijarê tecrît bikin vê pirsgirêkê bi sosyalîzmeke nû re têkildar dikin û em jî di vê mijarê hesas in
Bi heman rengî em li hemberî gotina te ya, ‘Li dijî êrîşên ‘Modernîteya Kapîtalîst’ û manewrayên emperyalîst hewl didim ji daxwaza jiyana alternatîf a gelan re bibim bersiv’ jî bi heman hesasiyetê tevdigerin.
Em heta dawiyê li cem te ne.”



