Parlamenterên Alman piştgiriya xwe ji pergala perwerdehiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re nîşan da.
Her wiha girîngî da pêkanîna tevkariya di navbera dibistanên Almanya û hempîşeyên wê li herêmê de.MIX
Li wîlayeta Bavyera ya Almanya civîneke girîng di navbera parlamenterên Partiya Kesk,
Partiya Sosyalîst a Demokrat û nûnerên serbixwe ,
Berpirsa Têkiliyên Dîplomasî ya Yekitiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nesrîn Reşk de pêk hat.
Di civînê de mekanîzmayên piştgiriya beşa perwerdehiyê li Rojava hat nîqaşkirin.
Parlamenteran di hevdîtinê de piştgiriya xwe ya tam ji pergala perwerdehiyê ya li herêmê re nîşan da .
Ev hevdîtin, weke beş ji hewlên berdewam ên xurtkirina têkiliyên sivîl û akademîk e.
Taybet di navbera Almanya û Rêveberiya Xweser de. Ew jî ji bo piştgiriya pêvajoya jinûve avakirinê, pêk tê.



