Di havîn û zivistanê de koçber di bin konan de ne, ku ev kon ne wan jî germahiyê diparêze ne jî ji sermê.
Di 10 Adarê de di navbera fermandarê QSD’ê û desthilata Şamê de rêkeftinek hate îmzekirin, ku di yek ji bendên wê de vegera ewle ya hemû koçberan e, lê heya niha ti gav nehatine avêtin.
Koçberên Girê Spî xwestin biryara vegera wan bi lez were pêkanîn.
Koçberên li kampa Girê Spî dijîn, piştî ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ji cih û warên xwe koçber bûn, êş û azarên wan zêde bûn.
Ev 6 sal in ku havîn û zivistanan di konan de.
Lê tevî rêkeftina ku di 10’ê Adarê de hatiye îmzekirin jî, ku di yek ji bendên wê de vegera ewle ya hemû koçberan e, hîna di vê der barê de ti gav nehatine avêtin.
Şêniyên kampa Girê Spî hêvî dikin biryara vegera wan bilez were pêkanîn.
Der barê mijarê de, koçbera ji bajarokê Suluk`ê yê dagirkirî Ezîza El Merê dibêje:
“Piştî ku bajarok û gundên me hatin dagîrkirin em neçar man ku birevin,
lê em qet bêhêvî nebûn.
Piştî rêkeftina di navbera fermandarê QSD’ê û desthilata Şamê de hatiye îmzekirin de, em pir kêfxweş bûn.
Em dixwazin ku biyara vegerê bilez were pêkanîn û dagirker ji herêmên me derkevin.”
Koçberê bi navê Îsmaîl El Yasîn jî anî ziman ku ew zarokên xwe di şert û mercên pir zehmet de derbas dibin û wiha domand:
“Gelek cejin derbas bûn û em hîna di kampan de ne,
li ber çavê hemû cîhanê, bêyî ku kes tiştekî bike ku me ji jiyana li kampan rizgar bike.
Ez matmayî me ku rewşa me wek xwe dimîne, ji ber ku hemû koçber vegeriyan malên xwe, li Heleb, Hums, Şam, û parêzgehên din ên Sûriyê. ”
Piştî ku dewleta Tirk a dagirker di 9`ê sala 2019’an bajarê Girê Spî dagir kirin, zêdeyî 100 hezar şêniyên wê koçber bûn.
Heft hezar ji wan li kampa Girê Spî (nêzîkî bajarokê Til El Semin li gundewarê bakurê Reqayê) dijîn,
yên mayî li bajarên Reqa û Tebqa û gundewarên wan belav bûne.
Ji ber rewşa koçberiyê di kampan êş û azarên jiyanê dikşînin.



