Şêniyên Dêrikê diyar kir ku dîtina Rêber Apo ji wan re bûye daxwazeke sereke û gotin: “Heya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê wê bidome.”
Têkidarî mijarê şêniya bi navê Fatima Hemîd da zanîn ku Azadiya Rêber Apo azadiya jinan û tevahiya gelan e û wiha got:
“Ji kêliya dîlgirtina wî û heya îro daxwazên me yên azadiya wî nesekinîne.”
Îzet Hemîd jî diyar kir ku dîtina Rêber Apo hesretek di dilê wan de ye û wiha anî ziman:
“Ji bo azadiya wî pêk were çi ji me were xwestin em ê bikin.”
Şêniya bi navê Muna Hesen jî destnîşan kir ku Rêber Apo semola aştî û azadiyê ye û wiha got:
“Rêbertî ji bo tevahî netewe û gelan têkoşînê dike.
Divê hevdîtin pê re were kirin.”
Her wiha Elî Orêl jî anî ziman ku ew dixwazin hevdîtinê bi Rêber Apo re bikin û got:
“Projeya wî xizmeta tevahî gel û rengan dike.
Ji girava Îmraliyê çirûskên xwişk û biratiya gelan û jiyana hevbeş derdikevin.”



