Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya gerîlayeke şehîd eşkere kir.
HPG’ê diyar kir ku Hevreya wan Armanc bû yek ji milîtanên nebez ên xeta fedayî ya Apoyî û got:
“Hevrêya me Armanc wê di têkoşîna me de her tim bê bîranîn û pêşengiyê ji hevrêyên xwe re bike.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya gerîlayeke şehîd eşkere kir.
Navendê ragihand ku li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, Armanc Azadî di 29’ê Kanûna 2024’an de şehîd bû.
HPG’ê derbarê têkoşîna şehîd Aramanc Azadî de wiha got:
“Hevrêya me Armanc li dijî êrîşên pergala kapîtalîst û dewleta serweriya mêr ku ji bo jinê jiyaneke ji mirinê xiraptir rewa dibîne, tevlî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bû.
Wekî fermandarekî YJA Starê ya mînak û mîlîtana fedayî ya Apoyî bi fedayiyane tevlî têkoşîna salên dawî bû.
Wekî jinekî Kurd a azad bi îradeya jinê ya têknaçe ya di kesasyeta xwe de nîşan kir,
Hem hişt ku berxwedana li Tunela Şehîd Pîrdogan têkneçe û hem jî wekî fermandara Hêzên Taybet navê xwe li dîrokê neqşand.”
HPG’ê sersaxî ji malbata şehîd Armanc û ji gelê kurd ê welatparêz re xwest û soza domandina têkoşîna heta pêkanîna xeyalên şehîdan da.
Li gorî daxuyaniyê agahiyên derbarê nasnameya şehîd de wiha ne:

Nasnav: Armanc Azadî
Nav û paşnav: Şehrîban Alturk
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dayik û bav: Besîme – Abdullah
Dem û cihê şehadetê: 29’ê Kanûna 2024’an/Zap



