Raportorê Tirkiyeyê yê Komîteya Şopandinê ya Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê serdana Tirkiyeyê kiribû.
Stefan Schennach danûstandinên xwe yên piştî serdana dawî ya li Tirkiyeyê nirxand û got: “Ji bo pêvajoyeke aştiyê ya rasteqîn divê li her qadê di mijara pirsgirêka Kurd de guherînên bingehîn bêne kirin.”
Stefan Schennach anî ziman ku li welêt pêvajoyeke aştiyê nîne.
Bi gotina wî bangên ku ji bo aştiyê têne kirin divê bi rengekî cidî bêne nirxandin û got:
“Di dema serdana xwe de ya li Tirkiyeyê me hevdîtin bi wezîran, hin rayedarên dadgehan hevdîtin kirin.
Em li ser qaşo pêvajoya aştiyê axivîn û gelek pirs pirsîn:
Ev pêvajo bi rastî jî tê çi wateyê? Efû çi ye, çi vedihewîne? Di nava vê pêvajoyê de kîjan guherînên qanûnî hene?”
Schennach: Ne tenê bêçekbûyîn, pêwîstî bi guherîna civakî heye
Raportor destnîşan kir ku aştî tenê bi danîna çekan nabe û ragihand:
Divê nêzîkatiyeke hevgirtî li meseleya Kurd a li Tirkiyeyê bê nîşandan.
Raportor wê meha Cotmehê rapora xwe pêşkêş bike
Schennach destnîşan kir ku di mijara çareseriya demokratîk û aştiyê de ew hîn di destpêka nîqaşên li Konseya Ewropayê ne.
Her wkî anî ziman ku ji bo kûrbûna pêvajoyê wê meha Cotmehê raporeke berfireh pêşkêş bike.



