Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku tenê di rojekê de 5 kes hatin kuştin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku di 24 saetên dawî de û li 4 deverên Sûriyê 5 kes hatin kuştin.
Çavdêriyê diyar kir ku li Derayê درعا çekdarên nenas ciwanek gulebarand û ew kuştin.
Li Dêrazorê jî dewriyeya ewlekariya hikumeta veguhêz a Sûriyê ciwanek kuştin.
Her wiha li gundewarê Dêrazorê jî, di pevçûnek malbatî de ciwanek hat kuştin.
Li gundewarê Idlibê jî, di encama teqîna mayînek de ciwanekî jiyana xwe ji dest da.
Li Laziqiyê jî, çekdarên nenas li pêş Dêra Mar Teqla gule li ciwanekî barand û ew kuştin.
Tê zanîn ku rojane bûyerên kuştin û revandin li Sûriyê rû didin.



