Di demekê de hê jî şerê Rûsya û Ukrayna dewam dike de Moskova ragihand ku Ukrayna çekên jehrî yên di asta navneteweyî de qedexene bikar tîne.
Dezgeha Ewlekariya Federal a Rûsyayê ragihand ku li Komara Gel a Donetskê ya Ukraynayê depoyek veşartî hatiye dîtin.
Şerê Rûsya û Ukrayna di sala xwe ya 2’an de dewam dike.
Herî dawî Moskova ragihand ku Ukrayna çekên jehrî yên di asta navneteweyî de qedexene bikar tîne.
Dezgeha Ewlekariya Federal a Rûsyayê eşkere kir ku li Komara Gel a Donetskê ya Ukraynayê depoyek veşartî hatiye dîtin.
Li gorî heman dezgehê, di depoyê de teqemeniyên destçêkirî hebûn.
Li gorî Peymana Çekên Kîmyewî ev çek qedexe ne.
Di daxuyaniya dezgehê de hatiye gotin, depo bi hevkariya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îlyinka yê navçeya Kurakhovsky ya Donetskê hatiye dîtin.
Her wiha îşaret bi vê yekê hat kirin ku tevî teqemeniyên plastît jî, madeyeke jehrîn hatine desteserkirin.
Rayedarên Rûsyayê dan zanîn ku wan li gorî madeya 355’an a Qanûna Cezayê ya Rûsyayê ya der barê çekên qedexekirî de lêpirsînek cezayî dane destpêkirin.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wan êrişên hewayî li ser tesîsên Ukraynayê pêk anîne.
Li gorî wezaretê, navendên fermandariyê, kargehên çêkirin û depokirina dronên êrişkdar, cihên komkirina cebilxaneyê û navendên kontrolê hatin armanc girtin.
Di daxuyaniya wezaretê de hate diyarkirin ku 148 xalên demkî yên belavbûna leşkerên Ukraynayê jî kirine armanc.
Rûsya: Di nava 24 saetan de hezar û 350 leşkerên Ukraynayê hatine kuştin
Her wiha hate destnîşankirin di nav 24 saetên dawîn de zêdetirî hezar û 350 leşkerên Ukraynayî li deverên wekî Sumy, Kharkiv, Donetsk, Zaporizhzhia û Xerson hatine kuştin.
Wezaretê her wiha daxuyand ku wan hejmareke mûşek û topên welatên rojavayî, di nav de sê mûşekên Storm Shadow yên Brîtanî, 5 bombeyên JDAM, û sê mûşekên HIMARS ên Amerîkî û 173 dronan, xistine.
Li aliyekî din jî Serokê Komara Udmurtiyayê ya Rûsyayê, Alexander Brechalov, piştrast kir ku di êrişa dronê ya vê sibehê de hin kes hatine kuştin û hin bi giranî birîndar bûne.
Li gorî daneyên Enstîtuya Lêkolînên Şer a DYA’yê ku AFP’ê weşandin, hêzên Rûsyayê di Hezîrana îsal de mezintirîn pêşketinên xwe yên axê ji payîza 2024’an vir ve bi dest xistin.
Vê suretê bikar bîne
Li gorî daneyan, hêzên Rûsyayê 588 kîlometre çargoşe ji axa Ukraynayê bi dest xistiye ku piraniya wê li herêma Donetskê ye.
Hate diyarkirin ku Moskov êdî ji 19 axa Ukraynayê kontrol dike, di nav de hin beşên Donetsk, Zaporozhye, Xerson û Sumyê hene.



