Endamê Koma Awazê Çiya Agir Serîhildan şehîd bû.
Komîteya TEV ÇAND’ê ragihand ku şehîd Çiya Agir Serîhildan di 6’ê Çileya 2025 ‘an de şehîd bûye.
Komîteya TEV ÇAND’ê ragihand ku şehîd Çiya Agir Serîhildan di encama qezaya trafîkê de şehîd bûye.
Komîteyê diyar kir ku Heval Agir rewşenbîr û hunermendekî jêhatîbû û got:
TEV ÇAND: Şehîd Agir rewşenbîr û hunermendekî jêhatîbû
“Şehîd Agir her çiqas li dibistanên rejîma Îranê xwendibe jî, ti car ji nasmane û çanda xwe dûr neket.
Her timî bi nasname û çanda xwe jiya. Karakter û nasnameya xwe bi vî rengî hûnand.
Bi kurtasî heval Agir xwediyê taybetmendiyên ku di nav pergalê de bi rehetî bijî û kariyer bi pêş bixe bû.
Lê wî ew hemû derfet da milekî û berê xwe da tekoşîna azadiyê gelê xwe. ”
TEV ÇAND: Şehîd Agir mîrateyek mezin û bi hêz ji me re hişt
TEV ÇAND’ê da zanîn ku Heval Agir dema li ser erka xwe bû, di encama qezayeke trafîkê de şehîd ket.
Ew weke hunermend û şoreşgerekî nemir mîrateyek mezin û bi hêz ji me re hişt.
Wekî Tev-Çand’ê em ê ji Mizgînan heya Sefkanan û Agiran li mîrateya ku şêhîdên me ji me re hiştine xwedî derkevin.



