Li Sûriyê tenê di nava 24 saetên dawîn de 11 jê biyanî, bi giştî 19 kes hatin kuştin.
Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR):
Di 24 saetên dawîn de bi kêmanî 19 kes li herêmên cuda yên Sûriyê hatine kuştin.
Çavdêriyê da zanîn ku li Idlibê di kargeheke çêkirina cebilxaneyê teqînek çêbû.
Di encamê de herî kêm 10 kes hatin kuştin û 9 kes jî birîndar bûn.
Li bajarokê Siwêdan ê li rojhilatê Dêrazorê ji ber nakokiyên malbatî yên li ser erdekî şer derket.
Li vir jî di encamê de ciwanek hat kuştin.
Li gundê Cibrîn ê bajarê Hemayê jî teqînek rû da, di encamê de yek jê zarok, 3 kes hatin kuştin.
Li bejahiya Herîbşê yê li başûrê Dêrazorê ji ber teqîna mayînekê, ciwanekî jiyana xwe ji dest da.
Li Helebê jî jineke ciwan ku beriya mehekê di encama gulebarana bêserûber birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.
Hate zanîn ku li bajarokê Helfaya yê Şamê jî di encama gulebarana bêserûber de ciwanekî din hatiye kuştin.
Li gorî çavdêriyê, li bajarokê Mehecê yê li bakurê Derayê jî çekdarên nenas derengiya şevê bi ser malekê de girt û ciwanek qetil kir.
Her wekî aşkera kir ku li taxa Cebeleyê yê bajarokê Selqîn ê Idlibê jî di êrişa çekdarên nenas de “cîhadîstekî iraqî” hat kuştin.



