Ragihandin û îsrara serok Ehmed El-Şeri ji bo avakirina “Meclisa Nûneran” a nû li Sûriyê rastî pêleke rexneyan hat.
Gelek aliyan diyar kir ku El-Şeri hewl dide ji nû ve modela desthilatê ya Esed, lê bi awayekî cuda ava bike.
lêkolînerê siyasî Îbrahîm Muslim destnîşan kir ku tiştê rû dide ne veguherînek demokratîk e, lê dubarekirina desthilatê bi awayekî xerabtir e.
Serokê hikumeta veguhêz a Sûriyê Ehmed El-Şeri ragihand ku ew bi israr e “Meclisa Nûneran” a nû li Sûriyê ava bike.
Lê ev yek rastî pêleke rexne û pirsyarên derbarê xwezaya projeya siyasî de ku desthilata veguhêz hewl dide pêk bîne, hat.
Ruxmî xîtaba fermî ya ku propagandaya qonaxeke nû dike ku serdema Beşar Esed çû, lê gelek kes diyar dikin ku pirsên îro tên kirin ku ew yek hewla jinûve avakirina heman desthilatê ye, lê bi rûyekî din û navên cuda, ye.
Xetên stûr ên ji bo dîzaynkirina meclisa bendewar tîne bîra mirov ku serok dikare sêyeka endamên Meclisê (50 heta 150 parlamenteran) tayîn bike û ev jî dihêle dengê di hundirê Meclisê de kontrol bike.
Îbrahîm Muslim: Hikûmeta heyî ya Veguhêz ji ya Esed xirabtir e
Akademîsyen û lêkolîner siyasî Îbrahîm Muslim der barê vê mijarê de nirxandin kir.
Îbrahîm Muslim got ku tiştê ku li Sûriyê diqewime ji nû ve vegerandina pergala desthilatê ye, lê bi rengekî din û wiha dewam kir:
“Rast e rejîma berê Baasî, neteweperest û navendî bû, lê belê pêkhateyên din bi awayekî şeklî di nav xwe de dihewandin.
Lê îro, desthilata niha hema hema, bi heman armancan ve girêdayî ye.
Bo nimûne îsrara navê berê yê ‘Komara Erebî ya Sûriyê’ rejîma El-Esed radixe ber çavên Sûriyan.
Dema ku serokekî veguhêz mafê xwe dibîne ku endaman di Meclisa Nûneran de erkdar bike û li dora xwe kesên firsetxwaz ku di nava baregehan de digerin kom bike, êdî encam krîtîk e; piraniyên li kêlek wî temsîla dengê gel nakin.”
Îbrahîm Muslim: Rêveberiya Xweser hêviya Sûriyê û Sûriyan e
Îbrahîm Muslim di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku li gel nebûna çavdêriya rast û hebûna hilbijartinên şeklî tu veguhertineke demokratîk çênabe û wiha axaftina xwe bi dawî kir:
” Bi nêrîna min, guhertin tenê li herêmên ku li derveyî desthilata navendî de dest pê dike, wek li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Cebel El Ereb.
Her wiha hin Sunne, Elewî û Xiristiyan bi dewleteke nenavendî ya ilmanî û demokratîk bawer dikin, lê îro ew pagşuhkirî ne.
Ger tu guhertinên navneteweyî yên mezin neyên kirin û nexşeya siyasî ya li herêmê neguherin û rêveçûneke nû li ser Sûriyê neyê ferzkirin, tu demokrasî çênabe. “



