Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê rapora xwe ya li ser binpêkirina mafên rojnamevanan a Hezîrana eşkere kir.
DFG’ê eşkere kir ku di Meha Hezîranê 16 rojnamevan hatin binçavkirin, 6 hatin girtin.
Di raporê de hate ragihandin ku meha Hezîranê 16 rojnamevan hatin binçavkirin, 6 jê hatin girtin.
Hate ragihandin ku bi girtinên dawî re hejmara rojnamevanên li girtîgehê ragirtî ne gihîşt 34 kesan.
DFG’ê serdegirtina li kovara Leman û binçavkirina xebatkarên wê weke mînakek ji êrîşên bi rêk û pêk pênase kir.
Li gorî raporê meha Hezîranê 9 rojnamevan ketin ber lêpirsînê, doz li 13 rojnamevanan hate vekirin.
Hate gotin, Rojnemevan Zeynep Dûrgût û Alîcan Ûlûdag ji ber nûçeyên xwe bûn hedefa gefxwarinan.
Her wiha rojnamevan Zîlan Gul jî ji ber belavkirina rojnameyê û nûçeyê 2 sal û meh cezayê girtîgehê lê hate birîn.
DFG’ê diyar kir ku zext û kiryarên antî demokratîk ên li hemberî rojnamevanan zêde bûne.
Her wekî destnîşan kir ku li hemberî vê yekê wê têkoşîna xwe ya heqîqetê dewam bikin.



