Artêşa Îsraîlê destpêkirina qonaxeke nû ya şerê li dijî Xezayê ragihand.
Artêşa Îsraîlê diyar kir ku Operasyona “Erebên Gideon” bi dawî bû û qonaxa “Şêr Radibe” dest pê dike.
Wezîrê parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz armancên vê Operasyonê eşkere kir .
Yisrael Katz diyar kir ku armancên wan vegerandina girtiyan û misogerkirina ku Hamas li vir nemîne, werin bidestxistin.
Yisrael Katz da zanîn ku em ê ji vê armancê gav paşde naavêjin û got:
Vegerandina girtiyan û bidestxistina serkeftinê mîsyona me ye ku dest jê nayê berdan.
Wezîrê parastinê daxuyand ku Hemasê di pêngava dawî de jî plan dikir ku alîkariya Îranê bik.
Li aliyekî din hat ragihandin ku li rojhilatê bajarê Xezayê di 24 saetên dawîn de gelek êriş li dijî artêşa Îsraîlê hatin kirin.
Hate diyarkirin ku di encama van êrişan de fermandarek hat kuştin û 3 leşker birîndar bûne.



