Şandeya Îmraliyê ya DEM Partî îro çûn Girava Îmraliyê bi Rêber Apo re hevdîtin pêk anîn.
Piştî hevdîtina 2 saet û nîvan, şande ji gravê vegeriya.
Endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partî Perwîn Bûldan, Mîthat Sancar û Ozgur Faîq Erol di saetên beriya nîvro de çûn Îmraliyê bi Rêber Apo re hevdîtin pêk anîn.
Hat ragihandin hevdîtinê 2 saet nîvan dewam kiriye.
Piştî hevdîtinê şande ji gravê vegeriya û hat ragihandin wê li ser hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî were dayîn.



