Welatên BRICS li Brezilyayê li hev civiyan. Beriya civînê wêneyê komê hat kişandin.
Welatên BRICS ango Brazil, Rûsya, Hindistan, Çîn û Efrîka Başûr li bajarê ريو دي جانيرو Rio de Janeiro yê Brazil li hev civiyan.
Beriya civînê serok û rayedarên van welatan wêne kişandin.
Ev kom navê xwe ji tîpên destpêkê yên van welatan digire û weke alternatîfê pergala aboriya Rojava hatiye avakirin.
Ev kom nîvê nifûsa cîhanê û ji sedî 40 jî aboriya cîhanê temsîl dike.
1’ê Çileya 2024’an, Misir, Etîyopya, Îran û Îmarat û piştî wê jî Erebistana Siûdî jî beşdarî vê komê bûn.
Hate ragihandin gelek welat di nav de Tirkiye, Ezerbeycan, Kazakistan jî dixwazin beşdarî komê bibin.



