Friday 2026/06/12
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

Ji Rêber Apo banga dîrokî: Rêgeza hêza siyaset û aştiya civakî pêk bînin

July 9, 2025
in KURDISTAN
A A
Rêber Apo wê bangek dîrokî biike
Share on FacebookShare on Twitter

Rêber Abdullah Ocalan di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bangek din a dîrokî kir û got: “Ne bi çek, lê baweriya min bi siyaset û aştiya civakê tê. Û ez bang li we dikim ku hûn vê rêgeze pratîze bikin”.

Di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de geşedanên dîrokî diqewimin. Rêber Abdullah Ocalan piştî 27 salan cara yekemîn daxuyaniyek bi dîmen da û bangek dîrokî kir.

Banga ku di ANF’de hat weşandin wiha ye.

Hevreyên hêja

Tevgera me a xwe dispêre hevrêtiya komunalîst, di rewşa xwe a heyî û pirsgirêkên dijî de,

têkildarî rêyên çareserkirina pirsgirêkan, dûbare be jî ez ê bi namekeyeke berfereh û şênber, bersivên afrîner bidim we û vê yekê jî weke erkeke exlaqî dibînim.

1- 27’ê Sibata 2025’an min banga Aştî û Civaka Demokratîk kir û ez hê jî vê bangê diparêzim.

2- Di Kongreya 12’an a Fesixkirina PKK’ê de we bi berferehî û awayekî pozîtîf bersiv da û ez vê helwesta we weke bersiveke dîrokî dinirxînim.

3- Divê rewşa heyî weke encameke dîrokî û bi nirx were dîtin. Di vê navberê de keda hevalên ku bi rola pirê rabûne jî ew çendî bi nirx û qîmet e.

4- Dawiya hemû pêşketinên rû dan bi qasî ku veguhertineke dîrokî be, min Manîfestoya Civaka Demokratîk amade kir. Ev manîfesto weke serkeftina manîfestoya ‘’Rêya Şoreşa Kurdistanê’’ ya 50 salî ye. Ne tenê ji bo civaka Kurd a dîrokî, her wiha ez bawerim ku ji bo herêm û hêzên civaka gerdûnî jî xwedî heman naverokê ye. Ti fikarên min tine ne ku ev yek mînakeke serkeftî ya kevneşopiya manîfestoya dîrokî ye.

5- Dikarim eşkere bêjim, ev pêşketin encama hevdîtinên ku min li Îmraliyê pêk anîne. Ji bo ev hevdîtin li ser esasê îradeya azad de pêk werin hewldan di asta herî jor de hatin nîşandan.

6- Qonaxa heyî me neçarî derbasbûna gavên nû yên pratîk dike. Ev qonax û gavên wê yên pêwîst xwedî girîngiyeke dîrokî ne. Ji bo were fêmkirin û li gorî wê dilsozî bê nîşandan, elzem e ku em pêşde biçin.

-Tevgera PKK’ê ya xwe dispart bidawîkirina înkara hebûnê û avakirina dewleteke cûda, stratejiya şerê rizgariya netewî hatiye bidawîkirin. Hebûn hate naskirin, lewma armanca sereke jî pêk hatiye. Ji ber vê mîada xwe temam kir. Ji derveyî vê rewş weke dûbarekirin û xetimandin hate nirxandin. wê dûbarekirin û xetimînê rû bide. Li ser vî esasî wê rexne û xwerenekirinên berfereh dewam bikin.

-Ji ber ku siyaset valabûnê qebûl nake, divê stratejiya bernameya bisernavê Aştî û Civaka Demokratîk ‘’siyaseta demokratîk’’ weke taktîkeke bingehîn bi huqûqeke hevgirtî were dagirtin. Di wateya dîrokî de em behsa pêvajoya diyarkirina qederê dikin.

-Di rewşa heyî de danîna çekdan bi dildarî û li ser hîmê huqûqê xebata avakirina komîsyoneke berfereh û erkdar li nava Parlementoya Tirkiyê girîng e. Şert e ku gavên werin avêtin bi hesasiyet bin û ji mantiqê teng dûr bin. Ez dizanim ku gavên bêne avêtin wê vala neçin. Ez vê samîmiyetê dibînin û bawer dikim.

-Lewma hewldan tên kirin ku derî bêne vekirin û gavên partîkî yên berbiçav bêne avêtin. Fikrên ku ji aliyê min ve hatine pêşxistin weke sernav ev in;

1- Bicihanîna berpirsiyariyê ji aliyê herkesî ve û pêkanîna armanca Aştî û Civaka Demokratîk, tenê bixwegihandina perspektîfa entegrasyonalîsta pozîtîf pêkane. Ji hemû tiştên hatî gotin, encama derdikeve: PKK’ê dest ji armanca avakirina dewleta netew berdaye, bi vê yekê re jî dest ji stratejiya şer jî berdaye. Ango dawî li hebûna xwe anîye. Di qonaxa heyî ya dîrokî de bendewarî hene ku ev rewş hê ber bi pêşdetir ve were birin.

2- Ji bo em xebatên meclîs û komîsyonê bi wate bikin, her wiha ji bo em fikarên raya giştî ji holê rakin, di çarçoveya sozên me dayî de divê berdana we a çekan ji aliyê deverên pêwendîdar û raya giştî bi awayekî xwezayî were pêşwazîkirin. Avakirina mekanîzmeya berdana çekan wê pêvajoyê ber bi pêşde bibe. Ev wê bi dildarî bibe bidawîkirina şerê çekdarî û derbasbûna qonaxa huqûqî û siyaseta demokratîk. Ev ne têkçûn e, berevajî divê weke serkeftineke dîrokî were nirxandin. Têkildarî berdana çekan wê rê û rêbaz bêne nîşandan û bi lezgînî werin pratîzekirin.

3- DEM a ku di bin sîwana parlementoyê de ye, wê tevî partiyên din ji bo ev pêvajo biserkeve erka bikeve ser milê xwe bicih bîne.

4- Di vê navberê de, ji bo mijara azadiya min ku weke şert di hemû metnên biryaran de hatiye diyarkirin dibêjim, hun dizanin ku min ti carî azadiya xwe a şexsî nekiriye pirsgirêk.Di maneya felsefî de jî azadiya şexs ji civakê nabe were cûdakirin. Bi azadiya şexs civak û bi azadiya civakê jî şexs dikare azad bibe. Wê bi dilsozî pêwîstiya vê rastiyê pêk were.

Ne bi çek, lê baweriya min bi siyaset û aştiya civakê tê. Û ez bang li we dikim ku hûn vê rêgeze pratîze bikin.

Rojên dawî bûyerên ku li herêmê pêk tên, girîngî û lezgîniya vê gava me a dîrokî eşkere piştrast dikin.

Têkildarî vê pêvajoyê, ez bi kelecan li benda her cûre rexne, pêşniyar û piştgiriya we me.

Ev nîqaş li tevahiya welat, herêm û li ser asta gerdûnî nîşan me dide ku Hêzên Modernîteya Demokratîk dibin xwedî bernameyeke teorîk û dighêjin qonaxeke nû ya stratejîk û taktîkî. Ji niha ve diyar dikim, ez di nava hewldanên amadekirinê de me û bi xweşîbînî dikarim bêjim ku ez bi kelecan û biryare im.

Banga min ji bo dema pêş, li ser esas biryarên kongrê û herî dawî nêrîn û pêşniyarên ku min di vê nivîsê de anîne ziman, em pêşde biçin û encamên serkeftî bidest bixin.

Di nava silav, hezkirin û hevrêtiyeke bê dawî de bimînin.

19’ê Hezîrana 2025’an

Abdullah Ocalan

Previous Post

SIBEHA RONAHÎ

Next Post

Civîna nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hikûmeta veguhêz ya Sûriyê re dest pê kir

Weşana girêdayî

600 Malbatên din yên Êzîdî vegeriyan Şengalê
KURDISTAN

600 Malbatên din yên Êzîdî vegeriyan Şengalê

Nîlufer Koç: Divê demildest li ser bingehê Yekîtiya neteweyî gavên şênber bên avêtin
KURDISTAN

Nîlufer Koç: Divê demildest li ser bingehê Yekîtiya neteweyî gavên şênber bên avêtin

Li pe Konferansa “Em Îraneke demokratîk bi hev re ava dikin” destpê kir
KURDISTAN

Li pe Konferansa “Em Îraneke demokratîk bi hev re ava dikin” destpê kir

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye