Di 24 saetan de 2 ciwan ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve hatine kuştin
Ev bûyer tevliheviya li herêmên di bin kontrola hikumeta veguhêz de, nîşan dide.
Li gundewarê Şamê û li bajêr, di 24 saetên dawîn de di 2 bûyerên cuda de, 2 ciwan ji aliyê cekdarên hikumeta veguhêz a Şamê ve hatin kuştin.
Li gundê Rewda yê herêma Zebedanî, ciwanekî ji 2012`an ve ji rejîmê berê qut bûye, di serdegirtina mala wî de hate kuştin.
Her wiha duh cekdaran li taxa Ruknedîn a Şamê ciwanekî ji gundê Merba yê Derayê kuştin.
Lê agahiyên der barê bûyerê de û sedemên wê nehatin zanîn.
Li gorî daneyên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) hejmara kesên ji destpêka 2025’an ve hatine kuştin, wihane.
Kesên hatine kuştin 884 kes e jê 16 zarok, 838 mêr û 30 jî jine.



