Serokkomarê Tirkiyê Erdogan derbarê pêvajoya aştî û civaka demokratîk ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd de axivî.
Erdogan diyar kir Tirkiyê ji bo çareseriya pirsgirêka domdar fersendeke dîrokî bi dest xistiye û got, “Niha em amadekariyên avêtina gaveke din dikin.”
Erdogan di civîna salvegera avakirina partiya xwe de li Enqerê axivî û îdia kir ew ê pirsgirêkên der û hundir çareser bikin û got,
“Di pêvajoyê de em hatine merheleyeke girîng. Daxwaza me parastina vê hewaya çêker e. Kî tevkariyê li vê pêvajoyê bike wê navê xwe li dîrokê binvîse.”
Her wiha diyar kir ew niha amadekariyên avêtina gaveke din dikin û ew ê di demên pêşde bernameyeke reforman eşkere bikin.



