Duh Wezîrê Karên Derve yê Tirk û îro jî Wezareta Parastinê ya Tirkiyê.
Ev her du wezaret ji destpêka pêvajoya Banga Aştî û Civaka Demokratîk ve dijmintiya destketiyên Kurdan yên li Sûriyê dikin.
Timî qala çareseriya siyasî û yekbûna xaka Sûriyê dikin, lê eşkere dibe ku derdekî wan yê wiha nîne.
Ev her du wezaret ku li ser navê hikumeta veguhzê a Sûriyê diaxivin, hemû armanca wan kûrkirina aloziyê û pêşî girtina çareseriyê ye.
Îro dîsa Wezareta Parastinê ya Tirkiyê gef li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwar.
Wezaretê careke din îdia kir ku QSD li gorî peymana 10’ê Adarê ya bi Şamê re tevnagere û hewldanên têkbirina yekîtiya siyasî û yekbûna xaka Sûriyê dewam dike.
Wezaretê zimandirêjî li Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Sûriyê a ku li Hesekê hate lidarxistin jî kir, evW jî weke cihêkariyeke li dijî peymana 10’ê Adarê bi nav kir.
Wezaret komkujiyên hikumeta veguhzê yên li dijî Elewî û Durziyan jî ji nedîtî ve hat û îdia kir ev hikumet hewl dide hemû cudahiyên etnîkî, olî, mezhebî ji holê rake lê QSD li pêşiya vê astengiyê derdixe.



