Senetorê Josh Gottheimer vegera Tirkiyeyê bo bernameya balafirên F-35 red kir.
Bi gotina wî, Tirkiyê piştgirî daye dijminên Amerîkayê, ji ber vê çendê qebûl nake êdî Tirkiyê têkeve peyaman balafirên F-35’an.
Senetorê di Meclisa Nûneran a Amerîkayê Josh Gottheimer biryarnameyek îmze kir û tê de vegera Tirkiyê bo bernameya balafirên F-35, ku ji hêla Senator Marco Rubio ve hatiye destpêkirin, red kir.
Gottheimer diyar kir ku Tirkiyê piştgirî daye dijminên DYA’ê wekî Rûsya û Hamasê û li dijî berjewendiyên Amerîkayê tevgeriyaye.
Lewra, senetorê amerîkî ji ber vê yekê vegera Tirkiyê bo bernameya leşkerî nayê qebûlkirin.



