Sê roj in bakurê Pakistanê di bin bandora baranên muson de ne.
Herî kêm 350 kesan jiyana xwe ji dest dan, 150 kes jî hîna winda ne.
Li Pakistanê bi lehî, hezaz û hilweşîna malan re gund jî di bin avê de man.
Tîmên rizgarkirinê û dilxwaz hîna li kesên di bin kavilan de winda digerin.
Hat ragihandin ku li herêma Buner a girêdayî eyaleta Xeyber-Paktunkwa herî kêm 150 kes winda ne.
Ji rêveberiya afetê ya herêmî rayedar Esfendiyar Hattak ragihand ku dibe ev kes di bin kavilan de mabin yan jî ketibin lehiyê.
Tê diyarkirin ku li herêmê herî kêm 208 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Nêzî 2 hezar erkdarên rizgarkirinê sewqî herêmê hatin kirin, kesên sax mane jî tîman re li windayan digerin.
Li gelek gundan mal, dikan û wesayît di bin heriyê de mane.



