Li Spanya û Portekîzê şewata daristanan heya niha ne sekiniye.
Ji ber şewatê li Spanyayê 4 kes mirin, li Portekîzê jî rewşa lezgîn 48 saetên din hate dirêjkirin.
Hejmara qurbaniyan li Spanyayê, ku bi mezintirîn agirên daristanan ên di dîroka xwe de re têdikoşe, ji destpêka Tebaxê ve gihîşt 4 kesan.
Agirên daristanan li Spanyayê li 23 cihan berdewam dikin.
Li bakurê Spanyayê tevahiya qada daristanê ya ku îsal heta niha şewitiye ji 120 hezar hektarî derbas bûye.
Rayedarên hikûmeta herêmî ragihandin ku 15 rêyên sereke li seranserê welêt hatine girtin, û xizmetên trênê hatine astengkirin.
Li Spanyayê 2 hezar û 405 kes ji ber germahiya zêde mirin
https://www.aa.com.tr/tr/dunya/ispanyada-2-bin-405-kisi-asiri-sicaklardan-hayatini-kaybetti/3662470
Her wiha li gorî agahiyan, li Spanyayê 2 hezar û 405 kes ji ber germahiya zêde mirine.
Li gorî îstatîstîkan, di navbera 15’ê Gulana 2024’an û 30’ê Îlona 2024an de li Spanyayê 2 hezar û 12 kes ji ber germahiya zêde mirine.
Tenê di du hefteyên pêşîn ên Tebaxê de, 931 kes ji ber germahiya zêde mirine.
Rewşa lezgîn li portekîzê ji bo 48 saetên din hate dirêjkirin
Li gorî agahiyan, li pênc deveran li Portekîzê şewat berdewam dikin, ku hîn jî bi şewatan re şer dike.
Hikûmeta Portekîzê ragihand ku wê biryar daye ku rewşa lezgîn, ku di 3’ê Tebaxê de ragihandibû û du caran dirêj kiribû, û biryar bû ku di 15’ê Tebaxê de biqede, ji bo 48 saetên din dirêj bike.



