Artêşa Somalî di operasyoneke leşkerî de li başûrê welêt 100 çekdarên rêxistina eş-Şebab kuştin.
Rêxistina El Şebab, ku gelek êrîş pêk anîne ku bi sedan sivîl û karmendên ewlehiyê kuştine.
Her wiha ev rêxistin avahiyên hikûmetê û otêlên li paytext Mogadîşû hedef digire.
Di heman demê de, hêzên Somalî di operasyoneke taybet de li herêma Bakolê ya li başûrê rojavayê welêt, fermandarekî girîng ê rêxistina El Şebab kuştin.
Wezareta Parastinê ya Somaliyê roja Yekşemê piştrast kir ku yek ji fermandarên girîng ê rêxistinê hatiye kuştin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku kesê mirî di plansazkirin û pêkanîna êrîşên terorîstî yên li dijî sivîlan li navend û başûrê Somaliyê de roleke sereke lîstiye.
Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Somaliyê (SONNA) ragihand ku rayedarên Somaliyê kuştina 11 endamên rêxistina El Şebab, di operasyonên leşkerî yên hevbeş de piştrast kirin.



