Li Hesekê beriya du rojan du ciwan hatin revandin, duh kuştin hatin dîtin.
Adil Menîs Emînakî yê ji gundê Mişêrfa Helîmo û Lewend Meo yê ji gundê Çolbistan ê girêdayî bajarokê Sêgir ê bajarê Dirbêsiyê beriya du rojan li ser rêya Şedadê hatin revandin.
Her du ciwan duh êvarî kuştî li bajarê Hesekê li ser sergoyekî hatin dîtin.
Li gorî agahiyan, her du ciwan ku 30 salî ne di karên tamîrkirin û avahîsaziyan de dixebitin.
Her wiha hîna jî agahî û sedemên sûcê zelal nebûn.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê bûyerê de lêkolîn daye destpêkirin.



