Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Newroz Ehmed diyar kir heta niha gelek civîn bi hikumeta veguhêz re hatin lidarxistin û li ser gelek mijaran lihevkirin jî çêbûn, lê ji ber destwerdana hêzên derve pêk nehatin.
Newroz Ehmed da zanîn bi destwerdana Tirkiyê Civîna Parîsê pêk nehat û got, “Armanc astengkirina çareseriyê û lihevkirinê ye. Eger lihevkirin bibe jî dixwazin di bin şertên ku ew ferz dikin de pêk were. Dixwazin li gorî xwesteka dewleta Tirk pêk were.”
Endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin-YPJ’ê Newroz Ehmed derbarê pêşketinên siyasî yên li Sûriyê, danûstandinên QSD’ê û Hikumeta Veguhêz ya Sûriyê, Peymana 10’ê Adarê, Cîvana Parîsê ji Rojnameya Yeni Ozgur Polîtîka’yê re axivî.
Newroz Ehmed: Hikumeta veguhêz di bin zextên hêzên derve de tevdigere
Newroz Ehmed derbarê bîryara beşdarnebûna hikumeta veguhêz ya li Civîna Parîsê û bandora wê ya li ser Peymana 10’ê Adarê de diyar kir hikumeta veguhêz ne xwedî pozîsyoneke xurt e û di bin zextên hêzên derve ên mîna Tirkiyê de tevdigere û wiha got,
“Di civînên ku heta niha hatin lidarxistin de bingeheke lihevkirinê hate avakirin. Lê bandora hêzên derve ya li ser hikumetê diyarker bû. Gelek mijarên ku li ser lihevkirin pêk hat, ji ber destwerdanên hêzên derve pêk nehatin û hatin paşxistin.
Hikumet dixwaze hemû hevdîtin, civîn û çareserî di bin kontrola wan de pêk were. Nêzîkatiya hikumeta berê jî wisa bû.
Weke xwediyê dewletê dixwazin hêzê di destê xwe de berhev bikin. Weke ku em muhtacê wan in, em ê biçin ber deriyê wan li çareseriyê bigerin nêzîk dibin.”
Newroz Ehmed: Li ser destwerdana dewleta Tirk civîna parîsê pêk neha
Newroz Ehmed anî ziman ji ber destwerdana dewleta Tirk civîna Parîsê a ku hatibû plankirin pêk nehat û got,
“Beriya ku dîroka civînê bê eşkerekirin şandeyên Tirkiyê bi lez û bez gelek caran serdana Şamê kirin. Piştî van bîryara beşdarnebûnê hate dayîn. Armanc astengkirina çareseriyê û lihevkirinê ye. Eger lihevkirin bibe jî dixwazin di bin şertên ku ew ferz dikin de pêk were. Dixwazin li gorî xwesteka dewleta Tirk pêk were.”
Newroz Ehmed: Têkbirina peymana 10’ê Adarê wê bandorê li Sûriyê û Rojhilata Navîn bike
Fermandara YPJ’ê bi bîr xist ku 10’ê Adarê peymaneke ku sînorên wê bi xetên stûr hate xêzkirin hate kirin û got,
“Têkbirina peymana 10’ê Adarê wê bandorê li ser hemû Sûriyê û Rojhilata Navîn bike û wiha dewam kir,
“Bandora vê peymanê ne tenê li herêmên di bin kontrola QSD’ê de, wê bandorê li ser hemû bajar, bawerî, çand û nasnameyên Sûriyê bike. Lewra plan û projeyên ku em ji bo çareseriyê pêşdixin ji bo veguherîna demokratîk ya Sûriyê ye.”
Fermandara YPJ’ê da zanîn polîtîkayên dewleta Tirk bandorê li ser hikumeta veguhêz dike û diyar kir tevî ku pirsgirêkên Sûriyê yên navxweyî ne lê ji herkesî bêtir dewleta Tirk destwerdanê dike.
Newroz Ehmed: Konferansên mîna ya li Hesekê wê berdewam bikin
Newroz Ehmed derbarê Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyan ya li Hesekê ku hate lidarxistin de jî da zanîn wê konferansên bi rengî dewam bikin û got,
“Ji bo hemû pêkhate bên cem hev û ji bo avakirina pêşeroja xwe niqaş bikin, pêwîstî bi xebatên bi vî rengî heye. Encamên girîng ji vê konferansê derketin.
Em xwe weke beşek ji Sûriyê dibînin. Divê konferans jî di vê çarçoveyê de bê nirxandin. Armanca konferansê yekîtiya Sûriyê ye.
Lê ji bo beşdarî civîna Parîsê nebin ev konferans kirin hêcet. Ji xwe berê jî armanca wan ya beşdarî civînê bibin tune bû.”



